Nûce
Dîroka Kurdan ya li ser maseya muzekereyan tê niqaşkirin
Dîrok: 09 11 2026 | 22
Kovara Rewşenbîr, hejmara nû, bi mijara “Ji Duh Heta Îro, Serpêhatiya Kurdan li ser Maseyên Muzakereyan” ve derket. Zengin araştırma ve analizlerle şekillenen dergi, Kürt diplomasi Tarihi ana teması etrafında kurgulanarak, tarihsel deneyim ile güncel gelişmeleri birlikte ele alıp Kürt diplomasi pratiğine eleştirel ve bütüncül bir perspektif sunulmuştur.
Naveroka kovarê bi lêkolîn û analîzên dewlemend hatiye amadekirin. Kovar li dora mijara sereke ya Dîroka Dîplomasiya Kurdan ve hatiye sazkirin. Armanc ew bû ku ezmûnên dîrokî û pêşketinên rojane bi hev re bên nirxandin û perspektîfeke rexnegir û yekgirtî ji bo pratîka dîplomasiya Kurd were pêşkêşkirin.
Kovara Rewşenbîr wek weşana Cudî Akademî, weşangeriyek akademîk û lêkolîn dimeşîne. Kovar bi 3 zimanan tê weşandin. Zimanê sereke yê weşanê bi Kurdî ye. Her wiha gişî nivis bi Îngilîzî û bi Tirkî jî kurte (Abstract) cih digre. Di binê kurte jî QR cod heye. Xwendekar dikarin bi skan kirina QR kodê ve, nivisê bi îngilîzî û tirkî bi awayekî dîjîtal bixwînin.
Midûrê Giştî yê Weşanê ya Kovara Rewşenbir Fethî Kaya diyar kir ku pêşketinên heyî yên li 4 parçeyên Kurdistanê, dubarekirina wan bûyeran e ku 100 sal berê bi parçekirina erdnîgariya Kurdistanê encam dabûn. Wî got: “Me bi taybetî ev mijar bi firehî hildan dest da ku em dîplomasiya Kurd ji perspektîfeke dîrokî binirxînin û dersên pêwîst ji rabirdûyê bigirin.”
Fethî Kaya derbarê rewşa dîplomasiya Kurdan wiha axivî: “Dema ku pêvajoya dîrokî tê vekolîn, tê dîtin ku Kurd di qada şer de, her tim berxwedan û têkoşîneke serkeftî nîşan dane. Lê di ware dîplomasî û pêvajoyên muzakereyan de pir caran di pozîsyoneke lawaz de mane. Ev rewş ne tenê bi hevsengiyên leşkerî an siyasî ve, lê di heman demê de bi sîstema navdewletî û bi aktorên hêzdar ku stratejiyê diyar dikin ve jî girêda ye.
Bi rastî, pêşketinên dawî nîşan didin ku pirsgirêka Kurd careke din ketine nav trafîkek dîplomasî ya dijwar. Pêwendiyên li Rojava yên di navbera hukûmeta navendî û rêveberiya Rojava de, û bandorên “Pêvajoya Çareseriyê” ya li Tirkiyeyê û dînamîkên nû yên li Kurdistana Rojhilat, di vê çarçoveyê de mijarên ku divê bi baldarî bên nirxandin, wek navarok di Rewşenbîrê de cih girt. ”
Dîroka Dîplomasiya Kurdan
Armanca Kovara Rewşenbîr di vê hejmarê de, ewe ku, bi perspektîfek dîrokî ve tecrûbeya dîplomasiya Kurdan baş bê fêm kirin. Lêkolîner-nivîskar Şakir Epözdemir, têkiliyên Osmanî-Kurd bi şiklek berfireh vedikole û aliyên dîplomatîk ên hevpeymanîya di navbera Îdrîsî Bitlîsî û Sultan Yavuz Selîm de analîz dike. Sevda Brukî jî di çarçoveya nizama navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de, pozîsyona Kurdan vedikole û konferansa Parîs, Peymana Sevr û Lozanê ji bi nêrîna Kurdan dinirxîne. Her wiah diplomasiya ku Şerif Paşa li Konferansa Aştî ya Parisê meşand weke minakek serkeftî digre dest. Dr. Avni Kılıç jî, bi rêya têkiliyên Şêx Mehmûd Berzencî bi Îngilîzan û Tirkan re, avahiya dîplomasî ya wê demê ya tevlihev radixe ber çavan.
Di dema dîplomasiyê de rola hêzên garantor
Sevil Aral bi nêrînek rexnegir li ser pêvajoyên muzakereyan sekiniye û teqez dike ku masayên dîplomasiyê ne tenê bi niyeta paq, lê bi hevsengiyên hêzê ve tên diyar kirin. Lêkolîner Zinar Barbeşî jî, rola hêla 3emîn û mekanîzmayên garantor di pêvajoyên aştiyê de analîz dike û bal dikişîne ser unsûr û rêbazên pêvajoyê. Çetin Nezan, pêvajoya damezrandina Herêma Federal a Kurdistanê û naskirina wê di Destûra Iraqê de wekî mînakeke serkeftî ya dîplomasiyê digire dest.
Tecrûbeya IRA’yê ji bo muzakereyên Bakûr û Rojava çawa dikare bibe minak? Di vê hejmarê de, nivisa ku ji hêla Adem Dumlu ve hatiye nivîsandin wek analîzek bi mukayese cih girtiye. Dumlu, pêvajoya aştiyê ya di navbera IRA û Brîtanya de vedikole û di çarçoveya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de encamên girîng, bi mukayese pêşkêş dike. Ji aliyê din ve, Kurd gelek car li ser maseyên muzkereyan rastî xaîntî û bibextî hatine. Yek ji wan bêbextî jî sûîkasta Dr. Qasimlo ye. Fetullah Kaya bi şahîdên suîkastê hevpeyvîn pêk anî ye û ev bêbextî girtiye dest. Her wiha Fethi Kaya jî, bi roportaja Prof. Dr. Kemal Suleymanî re bandorên pêşketinên di eksena Îran-Amerîka-Îsraîl de li Kurdistana Rojhilatê dinirxîne.
Xeynê mijarên dosyayê, hin nivîsên girîng jî hene. Prof. Dr. Ofra Bengio pêwendiyên Kurd û Îsraîlê analîz dike, Dr. Rufat Bilind statuya sosyo-polîtîk a Kurdan li Tirkiyeyê girtiye dest. Li Tirkiyeyê Kurd gelo kêmnetewin an ûnsûrên esasî ne. Dr. Felemez Karadeniz jî, li ser despotîzma Rojhilata Navîn sekiniye û têkoşîna ramanî ya Said Nursî û Abdurrahman Kevakibî ya li hemberî vê despotîzmê bi şiklek berfireh nivîsiye.
Navaroka Kovara Rewşenbîr:
• Guhertinên tektonîk ên li Rojhilata Navîn û bandora wan li ser têkiliyên Kurd - Îsraîlê
• Li Tirkiyeyê statuya Kurdan: Pêkhatî ne yan damezirêner in?
• Rexneya Abdurrahman el-Kevâkibî û Seîdê Nursî ya li ser despotîzmê
• Tecrûbeya IRA’yê ji bo muzakereyên Bakûr û Rojava çawa dikare bibe minak?
• Di dema dîplomasiyê de rola hêzên garantor: Bandora hebûna alîgirê sêyemîn di muzakereyên dualî de
• Maseya muzakereyê qada hêz e, ne qada niyeta pak e!
• Hêz li qadê, temsîl li ser maseyê: Mînaka Rojava
• Tifaqa Kurd û Osmaniyan, Îdrisê Bîdlîsî; Dîplomatek girîng bû yan mandaxwaz bû?
• Piştî Şerê Cihanê yê 1.Di çarçoveya peymanên navdewletî de, dîplomasiya Kurd
• Muzakereyên Şêx Mehmûd Berzencî yên siyasî; Digel Tirk û Îngîlîzan (1918-1931)
• Di pêvajoya damezirandina Federasyona Kurdistana Iraqê de, girîngiya muzakere û dîplomasiyê
• Roportaj: Prof.Dr. Kamal Soleîmanî: Divê Kurd stratejîyek bi qisawet bimeşînin
• Çîroka bêbextiya li ser maseya muzakereyê; Dr. Abdurrahman Qasimlo
• Teknîka Pêdagojiyê ya Kurdên Transkafkasyayê (1928)
