Nûce
Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Kurdolojiyê
Dîrok: 15 11 2026 | 15Li Swîsreyê 'Foruma Kurdînasiyê ya Navneteweyî' hate lidarxistin
Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Kurdolojiyê ku ji hêla Akademiya Cûdî ve hate organîze kirin, bi beşdariya akademîsyen, zimanzan û lêkolînerên ji gelek welatên cîhanê hate lidarxistin.
Foruma ku bi dirûşma "Di Rewşa Nû ya Dinyayê de, Xebatên Kurdînasiyê: Ziman, Nasname, Siyaset û Pêwendiyên Navneteweyî" roja 10 - 12’ê Tîrmehê, bi hevkariya Federasyona Mala Kurdan û Akademiya Cûdî hate organîzekirin, hem ji aliyê zanistî û hem jî, ji aliyê çandî ve bala beşdaran kişand.
Akademîsyen û pisporên ji DYE, Îsraîl, Almanya, Brîtanya, Fransa, Hollanda, Avusturya, Yewnanistan û Norwêcê tevlî forumê bûn. Di nav wan de Prof. Dr. Ofra Bengio, Prof. Dr. Michael Chyet, Prof. Dr. Khanna Omarkhali, Prof. Dr. Yaron Matras, Dr. Janroj Yılmaz Keleş, Dr. Farangis Ghaderi, Dr. Michiel Leezenberg, Doç. Dr. Boris James, Dr. Thomas Schmidinger, Dr. Maria Six-Hohenbalken, Dr. Agnes Grond, Katia Zagoritou, Prof. Dr. Salih Akın û nivîskar- derhêner Essmat Sophie amade bûn.
Form bir formatek nû û balkeş ve hatibû organizasiyon kirin.
Koordinatorê Formê Fethi Kaya li ser organizaisyonu wiha got: „Me formatek nû bikar anî. Me nexwest ku wek klasik konferansek çê bikin. Wek tatilek, li ser çiyayên Alp yê Siwîsrê, bi malbatî beşdarbûn çêbûn. Bir niqaşên zanistî, êvarê jî konser gonendû şahî, ev jî dimenên rengîn derxist holê. Gelek beşdarvanan gotin ku, ev konferansa herî xweş e, ya heta iro kû beşdar bûye. Prof. Dr. Michael Chyet, Prof. Dr. Ofra Bengio di vê emrê xwe de, bi enerjiyek xweş govend girtin. Beşdervanek me ji Ingilizten, hin dimen ji Formê di gruba xwe ya Akademisyena ya WhatsAppê de parve kiribû. Akademisyenên di gruba WahtsAppê de gotibû ku, divê em karê Konferans û Panelan ji Kurdan hîn bibin. Ev jî cesaret da me. Salê pêş emê baştir bikin.“Di rûniştinên akademîk de mijarên wekî rewşa heyî ya Kurdolojiyê li cîhanê, metodolojiyên lêkolînê, bandora geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn li ser Kurdan, standardîzasyona zimanê Kurdî, lêkolînên diyasporayê û hevkariyên akademîk ên navneteweyî hatin gotûbêjkirin. Beşdaran her wiha derbarê pêşxistina projeyên hevbeş û avakirina torên zanistî yên navneteweyî de ramanên xwe parve kirin.
Di Rûniştina 1. bi mijara „Li Dinyayê Rewşa Kurdînasiyê: Niqaşên li ser Metodolojiyê, Zehmetî û Derfet“ de, Ji Zaningeha Azad ya Berlînê Prof. Dr. Khanna Omarkhali di dema Sovyet û Rusyayê de xxebatên li ser Kurdîsaniyê sekini û qala serpêhatiya Kurdînasiya Sovyetê kir.
Ji Zaningeha Amsterdam ya Hollanda Dr. Michiel Leezenberg jî, qala Pirsgirêkên metodolojiyê ya kuli ser Lêkolînên Kurdînasiyê derketine holê kir.
Rûniştina 2. bi mijara „Piştî Rûdanên li Rojhilata Navîn, Rewşa Kurdan û Kurdistanê: Jeopolîtîk, Dîplomasî û Polîtîka“ ji seba ku mijar aktuel bû gelek bal kişand.
Di bê beşê de ji Israilê Prof. Dr. Ofra Bengio, Rola rêberên Kurdan ya li ser Tekoşîna nereweyî ya Kurdan sekini û her wiha got „Kurdan nikaribû rola aktorên derve ya neyînî vergerin êrînî. „
Her wiha Dr. Thomas Schmidinger, bal kişan ser pirsa Kurdî û pêwendiyê nawneteweyî û got; „Di qada nav dewletî de, pirsa Kurd di bin siya Filistinê de dimî ne. Ji seba ku, Filistinî bi Israil re şer dikin, pirtir bal dikşine“
Di Rûniştina 3. ya bi temaya „Niqaşên Standardîzasona li ser Zimanê Kurdî: Parastin û Pêşxistina Ziman, Pêrsgirêkên Siyasî“ de Ji Zaningeha Toehampton ya Ingiltere Dr. Eva Duran Epler lêkolînek xwe par ve kir. Epler bi 4.464 kesen re li ser ziman û hev fimkirin anketek çêkiribû, encamên anketê wek istatistik pêşkeşî kir.
Her wiha Prof. Dr. Prof. Dr. Michael Chyet ji got, standartkirna Kurmanci û Sorani, tenê ne problema zanistiya ziman e, bi hûkemetek xût ve girê daye. Bi destê hûkemê bi polîtîkayên perwerdehiyê ve kare serkeftî bibe.
Di Rûniştina 4. ya bi temaya „Diaspora, Ziman û Nasname: Nêrînên Desneteweyî li ser Civakên Kurd“ Ji Zaningeha Roun Normandy ya Fransayê Prof. Dr. Salih Akın, Hinkirina zamanê Kurdî li diaspora axifî û qala pirsgirêk û derfetan kir.
Her wiha ji Akademiya Zaniztiya Viyanayê Dr. Maria Six-Hohenbalken, li ser projeya Zozan sekini. Di projeya Zozan de, qala Miletek bê dewlet çawa kara li diasporayê nasnameya xwe biparêze kir.
Di roja dawî ya forûmê ya 12’ê Tîrmehê de, bi moderatoriya Dr. Janroj Yılmaz Keleş ve, rûniştineke maseya gulover hate lidarxistin. Di vê rûniştinê de mijarên stratejiyî yên wekî ajendayên lêkolînên navneteweyî, avakirina torên akademîk, înîsiyatîfên weşanên hevbeş û plankirina forûmên pêşerojê hate gotûbêjkirin.
Forûm ne tenê bi nîqaşên zanistî sînordar ma. Beşdar bi malbatên xwe re li kampê man, ji bo zarokan bernameyên taybet hatin amadekirin.
Piştî niqaşên zaniztî yên seranserê rojê, Akademîsyenan, êvarê jî govend girtin.
Di her du êvaran de jî bernameyên çandî hatin lidarxistin. Hunermendê Kurd Kawa Urmîye bi du konseran du şevên formê derket ser dikê û rengê formê yê klasîk guhert. Piştî muzîkê govend hatin girtin û beşdarên ji welatên cuda li dora çand û hunera Kurdî civiyan.Di roja dawî de, li ser pêşeroja Kurdolojiyê, avakirina torên zanistî yên navneteweyî, weşanên hevbeş û projeyên lêkolînê yên nû hate rawestandin. Forûm bi merasîma pêşkêşkirina plaket û axaftinên girtinê bi dawî bû.
Bername bi meşên xwezayê li derdora çiyayên Alpê ve dawî bû.
